Piștî nêzîkî du mehan ji șer di navbera șervanên Kurd û çekdarên Dewleta Îslamî de, li bajarê Kobnaiyê, ENKSê xwe amade dike ji bo duristkirin û șandina hêzeke leșkerî bo Kobaniyê, bi aramanca alîkariya hêzên heyî dijî gurûpa Dewleta Îslamî ya terorîst.
Endamê mekteba siyasî ya PDK-S Muslim Muhemed, ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye, ji Dengê Amerîka re ev yek dupat kir û got, derbasbûna hêzeke wiha, dê rêkeftina Duhok ê ji warê tewrî ber bi warê piratîkê ve bibe û ev jî daxwaza gelê Kurd bi tevahî ye.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, fermo faylê deng veke