Zivistan li ber deriye û evjî rewșa xerab a penaberên Kurd li ser sînorê di navbera Kobanî û Tirkiyê de dijwartir dike û dibe sedemeke din a belengaziya wan.
Çalakdarê kurd di warê alîkariyên mirovatî û civaka sivîl de Lami’ Muhemed, ji Dengê Amerîka re, rewșa dawî ya penaberan șîrove dike û dibêje, her çendî rexistinên xêrxwaziyê hewil didin alîkariyan bigihînin ber destê penaberan lê jimara wan a pir û nêzîkbûna zivistanê, rewșa wan aloztir dike.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke