Di dema ku șer di navbera șervanên Kurd û çekdarên Dewleta Îslamî de li Kobaniyê berdewam dibe, alîkariyên Leșkerî ji Herêma Kurdistana Iraqê, digihin destê hêzên Kurd li bajêr.
Hevserokê desteya birêvebir a TEV-DEMê li Kobaniyê, Ehmed Șêxo, Ji Dengê Amerîka re, gihîștina wan alîkariyan dupat dike û dibêje ewê karibin bi wan çekên nû, demeke din șerê çeteyên Dewleta Îslamî bikin.
Șêxo her wiha ragihand ku hebûna pêșmergeyan li gel hêzên YPG û YPJ li Kobaniyê yekîtiya Kurdan a dijî terorîstan nîșan dide.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke