Gurûpa Dewleta Îslamî, berî çend mehan komek xwendekar û mamosteyên Kurd girtibûn, ku ji bo ezmûnên dawiya salê ji Helebê vedigeriyan Kobanê.
Wekû hewildan ji aliyê gurûpê ve, ku bi awakî nerm baweriyên xwe têxin serê zarokên Kurd, piștî perwedekirina wan a olî bo çend mehan, pir ji wan kom bi kom hatin berdan.
Parêzerê Kurd Mistefa Mihemed ku kurê wî yê 14 salî Yezdanșêr jî, di nav wan xwendekaran de bû û berî çend rojan hatibû berdan, her duwan ji Dengê Amerîka re rewșa girtiyên li nik gurûpa Dewleta Îslamî bi giștî û ya Yezdanșêr bi taybetî șîrove kirin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke