Șerekî giran di navbera șervanên Kurd û çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî de, li rojavayê bajarê Kobaniyê qewimî û êrîșên kwalîsyona navnetewî bi serokatiya Amerîka li ser bingehên terorîstan her berdewamin.
Rojnamevanê Kurd Mustefa Ebdî ku li wir dimîne û rewșê ji nêzîk ve dișopîne,ji bo Dengê Amerîka ragihand ku hevkariyeke bi rêkûpêk di navbera șervanên kurd, pêșmergeyên herêma Kurdistan, artêșa Sûrî ya azad û kuwalîsyona navnetwî de heye, dijî çekdarên Dewleta Îslamî. Û ta vê gave jî, sê gundên Kobaniyê vegeriyan bin controla șervanên Kurd.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, fermo faylê deng veke