Șandina Pêșmergeyan ji herêma Kurdistana Iraq bo bajarê Kobaniyê, di navbera gihîștin û negihîștinê de bala gelek çavdêr û șîrovekarên siyasî dikșîne ser xwe û dibe babeta gelek guftûgoyan di navbera wan de.
Parêzerê Kurdê Sûrî Hisên Dawî ku li Washington dimîne, bi awakî erênî șandina pêșmergeyan dinirxîne, û dibêje, wê Kurd karibin guhertinekê li ser Erdê çêkin.
Dawî her wiha bal kișand ser rêkeftina Kurdên Sûriyê li herêma Kurdistan Iraq û ew wekû gaveke pêwîst anî ziman.
Ji bo gudarîkirina li dirêjiya hevpeyvînê, fermo faylê deng veke