Çekdarên DAÎȘ bi hemû hêza xwe pîlan dikin taxa Gumrigê li Kobanê têxin bin destê xwe, ku ew yek ji taxên herî girînge di bajêr de û herdû aliyên sînor bi hev ve girê dide.
Parêzerê Kurd Ferhad Baqir ku ew yek ji rêvebirên Komeleya Parêzerên Kobanê ye, dibêje,” çekdarên DAÎȘ bawerin ku ketina taxa Gumrigê tê wateya ketina Kobanê bi tevahî, loma ew hewil didin wê bombebaran kin û têxin bin destê xwe .”
Baqir her wiha diyar kir ku desthilatdarên Tirkiyê çavên xwe ji ser destdirêjiyên DAÎȘ li ser sînor digrin û li çi êrîșên wan venagerînin.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, lînka jêrîn kilîk bike