Êrîșên esmanî yên berfereh ku ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê de, li ser bingehên DAÎȘ, li Bakur û rojhilatê Sûriyê dibin, roj bi roj hêza DAÎȘ a çekdarî lawaz dikin û jêderên çekdarkirina wan dibirrin.
Lê ew ji alîkî din de, li gor hin çalakdar û șîrovekarên Kurd, dihêlin ku çekdarên DAÎȘ êrîșî bajarê Kobanê kin û rewșa xelkê sivîl li wir xerabtir bikin.
Merwan Îsmaîl, peyamnêrê Radiyo ya ARTA FM li Kobanê, dibêje, êrîșên esmanî ta roja îro çi bandorek a erênî li ser erdê nekirin e, û eger rewș wiha bimîne wê xelkê Kobanê rastî komkujiyekê be.
Ismaîl diyar kir ku dewleta Turkiyê, ta vê gavê dergehên xwe ji xelkê penaber re venekirin e, ta ku tirimbêl û pezên xwe derbasî aliyê din kin.
Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê li lînka jêrîn kilîk bike.