Di çend salên dawî de li ser gor û miriyên Kurdan bi destê nîjadperestên Tirk êrîşên cuda çêbûn. Piştî van êrîşan İnsîyatîfa Hurmet Jibo Mirîyan hate avakirin. Ev însîyatîf bi beşdarîya malbatên wundayan, lêkolîner, parêzerên mafê mirovan, saziyên sivîl hate avakirin.
Însîyatîfê semînera xwe ya pêşî bi civîna onlaynê lidarxist û Ahmet Aslan, Ozgur Sevgi Gural, Hişyar Ozsoy derbarê poltikaya serederiya ligel mirî û goristanan (nekropolitika) gotûbêj kirin.
Di semînerê de behsa hin bûyeran kirin ku yek jê êrîşa ser gora dayika sîyasetvana kurd Aysel Tugluk bû. Buyerên din yên ku hatin bîrxisitn ruxandina Goristana Garzan, hinartina hestîyên şervanê kurd Egid Guneş bi kargoyê, kuştinên dema şerê xendekan, lêkirina tuvaletek li ser goristana Ermeniyên Wanê bû.
Ahmet Aslan behsa serhatîya malbata xwe kir û anî ziman ku tekoşîna jibo wundayan li ser milê malbatan dewam kirîye. Wî gazinde ji sîyaseta kurdan jî kirin, jiber ku wan gelek caran malbat tenê hîştine.
Doktor Ozgur Sevgi Gural jî got ''Politikaya mirîyan an nekropolitika ne pirsgirêka roja me ye, li Tirkiye ji sed salan zêdetire ev poltikaya heye. Lê 30-40 salên dawî de yên ku tên wundakirin û kuştin kurd in.''
Gural destnîşan kir li Tirkiyê Dayikên Şemiyê bîra wundyan zindî hîştiye û Meydana Galatarsarayê jî kiriye sembola tekoşîna lêgerina edaletê.
Parlamenterê HDPê Hişyar Ozssoy jî îddia kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze kesên ne tirk, ne îslam, ne hetero, ji bîra erdnîgarîya Tirkiye bibe.
''100 sal in dewlet li hember welatiyên ku li gorî wan ne meqbul in, êrîşên hovane pêk tîne. Dixwaze welat tenê bike wetanê Tirkan. Jibo wê jî hemî nasnameyên ku ne tirk in ji vê cografiyayê tune bikin. Ev poltikayek sistematik ya dewletê ye. Dewlet dixwaze hemî jiyanê jî mirinê organize bike. Hem di warê fîzîkî de, hem jî di warê çandî de dixwaze şopên hemî gelên li ser vê axê jiyane, jêbibe. Yanî kesên ku biyolojik kuştine dixwazin di aliye sembolik û nîrxan de jî wan bikuje.'' Weke parlamenterê HDPê Hişyar Ozssoy dibêje.