Cejina ser sala Êzîdiyan ya ku di çarşema yekê de ji meha nîsanê li gor kalendera rojhilatî tê pîrozkirin bi gelek rê û resmên ayînî û keltûrî tê naskirin.
Îsal jiber rewşa qedexya çûn û hatinê ya ji ber belavbûna pêla sêyemîn ji vîrûsa koronayê Êzîdiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Çarşema Sor an ku bi cejna serê sala nû tê naskirin tenê di malan de pîroz kirin.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM Xerîb Hiso di derbarî vê Cejinê de ji Dengê Amerîka re got "Cejina serê salê pîroztirîn û dêrîntirîn cejina Êzîdiya ye."
Şêniyên Êzîdî yên herêma Cizîrê dibêjin wan ev cejin bi gelek rêûresiman pêşwazî di kirin lê ji ber vê rewşa xirab wan cejin bê çalakî pîrozkirin.
Endamê mala Êzîdiyan ya li bajarê Hesekê Mehmûd Reşo diyar kir ku "jiber rewşa qedexeyê wan cejin bê rêûresim pêşwazî kirin."
Li aliyekî din rêveberê mala Êzîdiya li bajarê Amûdê Cabir Cendo diyar kir ku "pîrozabahiyê cejina îsal bi kurtasî hate pîroz kirin."
Ji hêla xwe ve Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxwiyaniyek fermî Cejina çarşema Sor li Êzîdiyîn bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û daxwaz kir ku papendî bi biryar û bergiryên qedexaya çûn hatinê bibin di pîrozbahiyê cejinê de.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li bakur û rojhilatê Sûriyê nêzî 30 hezar Êzîdî dijiyan ku piraniya wan li her du bajarê Hesekê û Serê kaniyê û gûndewarê wan rûdinştin.
Lê di salên vê dawiyê de bi taybet ji 2014an û şûn de piraniya wan koçberî Ewrûpayê bûn û niha tenê derdora 4000 hezar Êzîdî li bakûr û rojhilatê Sûriyê mane û bi fermiyet rêûresmên xwe yên civakî û olî jiyan dikin.