Êzdîyên Efrînê ku li penageha Şehba hatine koçber kirin Çarşema serê Nîsanê anku cejina Çarşema Sor pîroz kirin.
Hevserokê Yekîtîya Êzdîyên Efrînê Mustefa Nebo da zanîn ku wan hazirtîya şahîyeke berfireh dikir, lê ji ber metirsiya vîrûsa korona ew hate sekenandin û pîrozbahî bê merasîmên girseyî pêk hatin.
Nebo got ku: “Me nexwest gelê xwe têxin metirsîyê, loma me got bila her malbateke Êzdî di mala xwe de cejina xwe pîroz bike û resmên wê pêk bînin”.
Çarşema Sor ku weke Sersala Êzdî tê naskirin rêkeftî Çarşema Yekê di meha Nîsanê de li gor salnameya şerqî ye.
Dor naverok û wateya vê cejinê Nebo got: “Cejin pir kevnar û girêdayî afirandina gerdûnê ye, ku Ferîşte û Tawsê Melek li Lalişa Nûranî daketin û erd meyandin, loma di nava teqsên cejnê de hêk tên rengereng kirin weke nîşana şênbûna jîyanê”.
Êzdîyên Efrînê ku ev sala çarê ye vê cejinê dûr cîwar û mezargehên xwe pîroz dikin, niyaz û hêvîya wan ya vegerê heye, ku dîsa bi aştî û silametî cejin û merasîmên xwe yên olî li Efrînê pêk bînin.
Hevseroka Yekîtîya Êzdîyên Efrînê Sûad Hiso wiha hêvîyên xwe parve kirin: "Em bang li Xwedê û Tawsê Melek dikin aramîyekê têxe jîyana me, nexweşîyan ji me dûr bixe, gelê me vegere ser axa xwe li Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî, herwiha jinên me yên Êdzî ku di destê DAIŞê de bûn rizgar bibin".
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 22 gundên Kurdê Êzdî li Efrînê hene, ji ber êrîşa Tirkîyê piranîya wan hatin koçber kirin, ku gundên wan ji alîyê komên çekdar ve hatine desteser kirin herwiha mezargeh û cihên wan yên pîroz hatine dizîn û rûxandin, ku sazî û rêxistinên mafê mirovan ev kiryar belge kiribûn.