Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xûşka Lêkolera Îsraîlî ya li Bexda Hatî Revandin Serokwezîrê Îraqê li Washington Tund Rexne Dike


Emma Tsurkov xûşka Elizabeth Tsurkov ya li Îraqê Hatî Revandin
Emma Tsurkov xûşka Elizabeth Tsurkov ya li Îraqê Hatî Revandin

Xûşka lêkolera Îsraîlî-Rûsî Elizabeth Tsurkov, ku zêdetirî salekê ye li Iraqê hatiye revandin, û heta niha çarenivîsa wê nediyare, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sudanî jiber ku "karê pêdivî bo azadkirina wê nekirîye" tund rexne kir.

Vîdoyên ku li ser platforma "X" hatine weşandin nîşan didin ku Emma Tsurkov dema Sudanî ji aliyê saziya Encumena Atlantîkê ve li Washingtonê dihat mêvandarkirin, axaftina Sudanî birî û got, "Tu têra azadkirina wê karekî nakî" û got ku xûşka wê li Iraqê "rehîn tê girtin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku Sîrwam Kajjo karmendê Dengê Amerîka pişka Kurdî, di çalakiyê de amadebû û li ser hesaba xwe ya "X" vidyoya bûyerê weşand.

Tsurkov, ku xuya bû di nav mêhvanên beşdar di çalakiyê de bû, wiha dewam kir, "Şerme ji we re, hûn ji bo rizgarkirina wê tiştekî nakin, ji ber ku yên ew revandine şirîkên hikûmeta we ne."

Wê di berdewamiya axaftina xwe de got "Ew karmendên hikûmeta Iraqê ne û divê hûn ji xwe şerm bikin ji ber ku hûn tiştekî ji bo alîkariya wê û rizgarkirina wê nakin. Ew bêguneh e û hûn vê yekê baş dizanin."

Encumena Atlantîk neçar bû ku di dema bûyerê de nêzîkî 3 xulekan weşana xwe ya zindî rawestîne berî ku careke din hevpeyvîna ligel Sudanî dest pê bike.

Sudanî got ku desthilata Îraqî "tîmeke lêkolînê ya taybet li ser wê tawanê erkdar kirîye û rewşê dişopîne" wî got "Em nêzîkê diyarkirina cihê wê bûne."

Di dema xwe de, kanaleke televizyonê ya Îraqî tomareke vîdyoyî ya Tsurkov ya pêşî belav kir piştî revandina wê, ku tê de ew li ser kursîyekê rûniştibû, kirasekî reş li xwe kiribû û jibo kamerayê diaxivî.

Di vîdyoyê de, Tsurkov got ku ew heft meh in, ew girtî ye, bêyî ku navê aliyê ew revandîye bêje yan cihê lê eşkere bike.

Li gor îdîya ku tomara vîdyoyê de hatbû gotin ku wê hem li Sûriye û hem jî li Iraqê ji bo îstîxbarata Îsraîlê Mossad û CIA kar kiriye.

Xûşka wê Emma Tsurkov wê demê di twîtekê de li ser platforma "X" gotbû, "Nûçeyek dilşade ku ew hêjî zindîye û tê dîtin", wê dîsan got, "Eşkere ye ku ew di bin darê zorê de axivîye."

Li gorî gelek rojnamevanên ku bi wê re hevdîtin kirine, Elizabeth Tsurkov li Bexda, lêkolîna xwe li ser komên alîgirên Îranê û tevgera Sadrî ya bi serokatiya rêberê şîa mezheb Muqteda al-Sadr dikir.

Tsurkov li ser malpera xwe ya şexsî dibêje ku ew bi Îngîlîzî, Îbranî, Rûsî û Erebî dizane.

Ketayibên Hizbullaha Îraqî ku yek ji grûpên çekdar yên Heşda Şaabî ya Îraqê ya bi piştevaniya Îranê ye, bi revandin û girtina Tsurkov tê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG