Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Navnetewî Bang li Îraqê Dikin ku bo Berdana Tsurkov Gavan Bavêje


Rêxistina Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty Internatiol) û sê sazîyên din yên navneteweyî jibo berdana Elizabeth Tsurkov, ku meha Adarê li Îraqê hatibû revandin, banga avêtina gavan kirin.

Tsurkov, hemwelatîya Rûsya û Îsraîlê ye û ew li Beşa Sîyasetê ya Zanîngeha Princeton ya Amerîka akademîsyen e.

Kovara New Lines dîyar kiribû Tsurkov dema li Bexda ser tevgerên Şîa lêkolîn dikir, hatiye revandin.

Malbata Tsurkov jî got ku ew 8 roj berî were revandinê, ji pişta xwe emelîyat bûye.

Cîgirê Rêvebirê Rojhilata Navîn yê Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan Adam Coogle dîyar kir ku revandina Tsurkov yek ji wan mînakên revandinê ye ku ew bê ceza dimînin.

Coogle got ku hikûmeta Îraqê divê ew jibo ewlekarîya Tsurkov tevbigere, jibo berdana wî danûstandina bike û hesabê ji wan kesên ku ew revandiye bipirse.

Hikûmeta Îraqê meha Tîrmehê dest bi vekolîneke ser revandina Tsurkov kir, lê heta niha ji bîragiştî re ti pêşketin negotiye.

Tsurkov, ku serê salê bi pasaporta Rûsî ketiye Îraqê, bi nivîsên xwe yên berfireh yên ser Îraq, Sûrîye, Îsraîl û Filîstînê tê nasîn.

Îsraîlê meha Tîrmehê ragihand ku Kata’b Hizbulahê Tsurkov revandiye, lê wê komê ew îdia red kir.

Amnesty dîyar kir ku Rûsya û Amerîka divê zextê li Îraqê bikin ku Tsurkov demûdest were berdan.

Jêder: Amnesty International

XS
SM
MD
LG