Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Zanistê Îsraîlî-Rûsî ku li Îraqê Hinda Bûbû Zindî YE


Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê ragihand ku akademîsyena Îsraîlî û Rûsî ya çend mehên berê li Îraqê hinda bûbû sax e.

Li gor ragihandinê ofîsê, navê akademîsyonê Elisabeth Tsurkov e û koma Şîa, Kataib Hizbulah ew girtiye.

Tsurkov seba lêkolînên jibo Zanîngeha Princeton ya Amerîka çûbû Îraqê, lê ser rewşa wê ew demek e ti agahî tunebû.

Îsraîl dîyar dike ku Tsurkov bi pasaporta Rûsî derbazî Îraqê bûye.

Ofîsa Netanyahu got ku Elisabeth Tsurkov sax e û berpirsa ewlebûna wê hikûmeta Îraqê ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG