Karbidestên Kurdên Sûrî dibêjin ku çekdarên DAIŞ'ê li nava kampa Holê ya bakurê rojhilata Sûrîyê dewleteke biçûk ava kiriye. Ew dibêjin ku hin deverên kampê hema bêje ji bin kontrola hêzên ewlekarîyê derketine.
Jineke Kurd ya Efrînî rêvebirîya kampa Holê dike. Tevî ku ew rojane di bin gefê de kar dike, hezkirina wê ji karê mirovahî re hêza wê ya hemberî tirsê ye.
Jiyan û Azad xwîşk û bira ne ku behreya wan jenîna pîyanoyê ye û bavê wan bi çoş piştgirîya wan dike. Ew heftiyê 3 rojan diçin navendeke perwerdeya muzîkê, û li ser destê muzîkjen Mihemed Îsamîl bi rengekî akademîk fêrî muzîkê dibin.
Piştî qeyrana Sûtemenîyê, cotkarên herêma Cizîra Bakûrê Sûrîyê berê xwe didin bikaranîna enerejîya rojê ji bo avdana zevîyên xwe. Li gorî bisporan bikaranîna panelên rojê wê asta bêkarîyê di nava cotkaran de li herêmê kêm bike û wê hilbirîn jî zêde bibe.
Di vê mehê de li bazarên herêmên kurdên Sûrîyê bihayê yek dolarê Amerîkî 15,250 lîreyên Sûrî dike. Ku ev cara yekê ye ji 2011an de nirxê LS bi vê rêjeyê erzan dibe. Daketina nirxê Lîreya Sûrî krîza buhabûnê derxistî ye.
Elî Welî sala borî çûbû Tirkîyê ku derbazî Ewrupa be, ew li wî welatî hatiye girtin. Dadgeha Tirkîyê biryara berdana wî da û tê texmîn kirin ku ew di Adarê de hat dersînor kirin. Lê vîdyoya ku ji dayika wî re hat şandin, gefa kuştina Elî dihat kirin û dîmenên êşkencê hebûn
Li beşa Mekatironîk ya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê rêjeya jinan 25% e. Jiber astengîyên civakî rêjeya tevlêbûna jinan di kerta teknoljîk de kêm e. Bêrîhan û hevalên wê dixwazin vê rewşê biguherînin.
Şêwekarê gênc Mihemed Mele ku xwendekarê kulîja hunerê ya zanîngeha Rojava ye, hewl dide behreya xwe pêş bixe û bibe şêwekarekî cîhanî yê bi nav û deng.
Li gorî rêvebirê SOHRê, EL-Colanî ku rêberê HTŞê ye dixwaze bi rêka pevçûnên bi rêjîmê re balê ji ser rewşa nerazîbûnên li Idilibê bibe.
Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de, Hevseroka Desteya Karê Derve ya Rêvebirîya Xweser, Îlham Ahmed bal dikişîne ser mijarên giring yên şer û aştîya li herêmê. Ahmed dibêje ku li şûna şer divê hikûmeta AKP’ê rêya aştîyê veke, jiber ku rêbazên şer xetimîne.
Jiber sedemên qanûnî û rewşa herêma Kurdî li Sûrîyê, mafê nivîskaran yên nivîs û ramanê nayê parastin. Nivîskarên herêma Kurdên Sûrîyê di roja navnetewî ya mafê nivîs û nivîskaran de doza parastina nivîs û berhemên xwe dikin.
Di vê demê de ku Kurd Roja Rojnamevanîya Kurdî pîroz dikin, rojnamevanîya Kurdî li Rojava di çi astê de ye û rojnamevanên Kurd siberoja xwe çawa dibînin û çi dixwazin? Sê mêvan bersîva van pirsan didin.
Pirtir bar ke