Vîdyografîkek Li Ser Hin Bûyerên Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Di sala 2023an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek bûyerên siyasî û leşkerî yên girîng rû dan. Zana Omer vîdyografîkek li ser hin bûyeran amade kiriye.
Êrîşên Tirkîyê yên ser bendên kontirolê li herêmên kurdên Sûrîyê dibin sedema ku ewlekarîya bajaran rastî têkçûnê bê, li gor hin rûniştvanên Qamişloyê ku dibêjin ew bi tirs in Daiş sûdê ji van êrîşan werbigire û teqînan pêk bîne.
Rêvebirîya Xweser dîyar dike ku bêtirî 1,100,000 derbider ji herêmên bin kontrola rejîmê hatine herêmên bin kontrola wê. Ew derbider ji bangên rejîma Sûrî ya jibo vegera ne bawer in.
Li Bazara Qamişlo piranîya kirîn û firotin bi dolara Amerîkî tên kirin, Bazirgan vê yekê vedigerînên têkçûna lîraya Sûrî ya hember diravên bîyanî.
Jiber rewşa aborî ya xerab, rejîma Sûriyê rûbirûyê dîyadeya îstifayên girseyî yên karmendên hikûmetê dibe. Pispor dibêjin welatên biyanî yên weke Îran û Rûsya sûdê ji wê yek digirin.
Zehra 21 salî ye, ew derbidera Serêkanîyê ye û di nava kampê de bi alîkarîya malbata xwe fêrî şewkarîyê dibe, ku niha di kampê de jiyanek dijwar derbaz dike, bi hêvîya ku rojek bê vegere bajarê xwe.
Tirkîyê êrîşên xweÎro Sêşemê jî ser herêmên Kurdên Sûrîyê berdewam kir. Êrîşên îro li Rimêlan, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsîyê, Tiltemir û Kobanê pêk hatin. Peyamnêrê Dengê Amerîka li Qamişlo agahîyên dawî dide.
Roja Sêşemê bi hezaran Kurdên Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina 8 qurbanîyên sivîl bûn, ewên ku di êrîşa Turkîyê ya roja Duşemê de canên xwe ji dest dabûn.
Artêşa Tirkiyê roja Duşemê nêzîkî 20 êrîşên esmanî û yên bi dronan li dijî herêmên Kurdan li Sûriyê pêk anîn. Piranîya wan li derdora Qamişlo pêk hatin û herî kêm 8 kes hatin kuştin û hejmareke birîndar jî hene. Li gor jêderên xwecihî, piranîya armancan binesaziya sivîl bûn.
Roja Duşemê bi sedan xelkê Qamişlo dijî êrîşên Tirkîyê daketin kolanan û êrîşên Tikriyê ser herêmê şermezar kirin. Beşdarên xwepêşandêrê bang li Amerîka û Koalisyona Navnetewî kirin da ku êrîşên Tirkîyê rawestin.
Di dema li daxistina merasîmên olî yên roja Krismisê de, bajarê Qamişlo rastî hejmareke êrîşên dron û balefirên Tirkîyê hat. Li bajarên din yên bakur û rojhilatê Sûrîyê wekî Dêrik û Amûdê jî êrîşên Tirkîyê ji Yekşemê ve pêk hatine.
Di encama van êrîşan de stasyona petrolê ya Seyîda, stasyona elektirîkê ya li nêzî gundê Bana Şikeftê li bajarê Dêrikê, û stasiyoa Ewdê li başûrê bajarokê Tirbespiyê hatin rûxandin.
Nirxên avahîyan li bajarê Hesekê yê Sûrî 50% daketine, di demekê de ku daxwaz li ser firtonê pir bûye, û li ser kirînê nîne. Raporta Zana Omer bêhtir zanyarî hene.
Kampên derbiderên Serêkanîyê ji alîkarîyên navnetwî, bi taybetî derman, bêpar in. Yek ji sedeman ew e ku Neteweyên Yekbûyî pênasînê bi van kampên jêr çavdêrîya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê nake. Nebûna alîkarîyê bûye sedema krîza peydabûna dermanan.
Di van salên dawî de jiber derketina krîza avê hejmareke zêde ya rûniştvanan ji bajarê Kesekê yê bakur û rojhilatê Sûrîyê koç dikin. Li gor hin daneyên pêbawer, nêzîk 20% ji xelkê bajêr derbiderî Qamîşlo û Amûdê bûne.
Li herêma Tirpespîyê li rojhikatê Qamişlo kargehek taybet ya çêkirina zibilê xwezayî (semada siruştî) hatîye avakirin, rojane 150 ton berhem dide, û her tonek bi 190$ dolaran difroşe cotkaran.
Pirojeya derxistina malbatên Daişê yên Îraqî ji kampa Holê ji sala 2021 an destpê kir.
Encûmana Gel ya Rêvebirîya Xweser hin guhertin û sazîyên nû di Peymana Civakî ya nû de saz kirin ku navê rêvebirîyê û sîstema Îdarî jî hat guhertin. Li ber e ku biryara hilbijartinan jî were ragihandin.
Pirtir bar ke