Kurd çima tîma futbolê, Amedporê pir hez dikin? Nûçegîhana me Xecîcan Farqîn li bersîva wê pirsê digere.
Berî çend rojan li Amedê dengbêja operayê Pervîn Chakar konsertek li hola Şaredariyê li dar xist. Chakar dibêje Kurd ji operayê xerîb bûn lê dema hunermendeke wan a operayê bi Kurdî disitrê, kêfa wan jê re tê.
Rojnamevanên li Amedê di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de kom bûn û daxuyanî dan. Wan got ku "Rojnamevanî ne tawan e" û daxwaza azadbûna hemî hevkar û hevpîşeyên xwe kirin, ku li Tirkîyê û cîyên din li girtîgehê ne, yan jî rastî binpêkirinan tên.
Li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî neh sal, ser doza wî jî çar sal derbaz bûn. Sê polîs ji kuştina Elçî tên darizandin lê dozger di 26'ê Nîsanê de ji dadgehê xwestîye ku her sê polîs jî werin beraat kirin.
Pirtûka nivîksar Zinarê Xamo, Rojnivîska Sirgûnekî rojnivîskên wî yên nav 1985-90î pêk tê. Xamo ku ji Wêranşarê ye, di 1980'ê de koçî Swêdê kiriye, di zarokî û xortanîya xwe de rojekê jî neçûye dibistanê. Wî xwendina Kurdî û Tirkî bi derfetên xwe fêr bûye û li Swêdê dest bi nivîsa rojnivîskan kiriye
Li bajarê Amedê Festîvala Salane ya Şanoyê di navbera 18 û 27ê Nîsanê de birêve çû û tê de 18 komên şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin. Festîval piştî heşt salan ji rawestandinê, bi piştevanîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê birêve çû.
Mehmet Alî Ertaş ji 20 salan zêdetir e edîtorîya Ajansên rojnamegerîya Kurdî dike. Di sala 2022’an de digel 20 hevalên xwe hate girtin û pişti salekê azad bûn. Ertaş jibo VOA behsa zextên li ser rojnamegerên kurd dike.
Amedspor, roja Yekşemê bi tîma îgdirsporê re maçê dike. Ger biser bikeve, Amedspor dibe şampîyona lîga xwe û derbasî lîga jor, Lîga Yekem a Tirkîyê dibe.
Li ser rewşa rojnamegerîya Kurdî, rojnameger Maşallah Dekak, Murat Bayram û Munevver Karademir, hizr û nêrîn, çavderî û tecrûbeyên xwe ji Dengê Amerîka re parve kirin.
Li hundê Birc ya Wêranşarê cejna Çarşema Sor piştî salên dirêj bi coş hate pîroz kirin û Kurdên ku di bi ola xwe ne Ezîdî ne jî tev li cejnê bûn.
Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê, Dîcle Muftuoglu, piştî ku ji girtîgehê azad bû, vegerî Amedê. Muftuoglu qala rojên li zindanê û planên wê yên siberojê dike.
Rayîf Tabû li Amedê dijî, lê li biharê diçe gundê xwe yê li Licê û kêr û tûrik di dest de li çîya û newal û erd û zevîyan digere û pincaran berhev dike.
Di 31’ê Adarê de li Êlihê (Batman) berbijara DEM Partî ya 32 salî, Gulistan Sonuk wek şaredar hat hilbijartin. Ew serketina xwe weke serfirazîya jinan dibîne û dibêje ku felsefeya ‘Jin, Jîyan, Azadî’ serketî bû.
Roja Çarşemê li Tirkîye Cejna Remezanê ye. Lê bazar pir buha bûye û gelek welatî bi gazind in ku dibêjin nikarin pêdiviyên xwe yên cejnê bistînin.
Bajarvanê nê yî Semsûrê Abdurrahman Tutdere û jimareke Semsûrî nêrînên xwe li ser encamên hilbijartinan parve dikin
Bi eşkerebûna encamên hilbijartinan bi hezaran Amedî herikîn kolanan ku serketina DEM Partî pîroz bikin
Kerem kin roja hilbijartinê ya li Amedê temaşe bikin
Pirtir bar ke