Şarezayê karûbarên Tirkîye li Navenda Kurdistan bo vekolînên stratejîk dibêje ku şerê dijî gendelîyê li Tirkîyê şerekî siyasî ye li ser desthilatê.
Civînên li navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) heta niha deskeftiyên baş hene li ser rêkeftina Hewlêr û “Jinêv 2”.
Serokê opozisyona Sûrî Ehmed El jerba got, Kurd wê bi du şandan pişkdariyê li konferansa “Jinêv 2” bikin, yek ligel Opozisyona Sûrî ya din ligel şanda Hikûmeta Sûrî.
Rojnamevan Mihemed Sanrî derbarê nakokîyên navbera AKPê û tevgera Fethullah Gulen dipeyive.
Nûnerê Neteweyên Yekgirtî Lexder Brahîmî daxwaza navên şandên pişkdarbûyê yên Konferansa Jinêva 2 ji hikûmet û rikeberên Sûrî kir.
Nelson Mandela Yekemîn serokê reş pêstê Afrika Başur û kesaytîyê herê meznê cîhanê bo berevanî kirin ji mafên wekhevîyan, li 5ê mehê koça dawî kir.
mamosteyê zanîngeha Duhokê dibêje, her cihekê Tirkîyê destê xwe gihandîye destên wan sûtîn, wekî li Sûrîye, li Misirê, û heta li Lîbyayê jî.
Peyvdarê Encûmena Gel a Rojavaya Kurdistanê dibêje, rêvebirîya demkî nûneratîya pirtir ji 35 kêmanîyên neteweyî li Rojavaya Kurdistanê dike.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, siyasetvan û şirovekar dibêje ku gerek e Kurd alîgirîya rejîma Sûrîye û Îranê nekin. Herwisa, wî got ku divê ew alîgirîya opozisyona Sûrî jî nekin.
Nivîskar û çalakvand Mehmûd Ebbas dibêje, projeya PYD hindek şaştî têde heye.
Li demê şanda BDP dîsa seredana Ocalan dike, hevserokê Koma Civakên Kurdistanê dibêje ku wan sê merc hene bo berdewambûna pêvajoya aştiyê.
Profesorê Zanîngeha Selaheddîn Serbest Nebî dibêje ku opozisyona Sûrî li gorî biryarên welatên herêmê kar dike.
Biryar e konferansa taybet bi aştiya Sûrî meha 11 li Swîsre birêve biçe.
Rêberê Partiya Maf û Azadiyan Bayram Bozyel dibêje AK Partî her gavekî bihavêje pirsgirêkan bi dirûstî çareser nake.
Jibo destnîşankirina 111 endamên xula çarem ya parlemanê Herêma Kurdistana Îraqê, prosesa dengdanê li sê parêzgehên herêmê birêve çû.
Berpirsê Dezgehê Xanî yê Rewşenbîrî û Ragehandinê dibêje kandîdên hemû partîyên sîyasî li Dihokê kampaynên xwe bê pirsgirêk birêve dibin.
Endamê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûrîyê got, Rûsya ligel Amerîka li hev nake jibo encamdana êrîşekê li dijî rejîma Sûrî.
Bi pişikdarbûna 265 sîyasetvan, rewşenbîr û rûsipîyên Kurd konferansa “Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê" li Dîyarbekirê destpê kir.
Ligel depstpêkirina pêvajoya aştiyê li navbera rêberê PKK'ê û hikûmeta Tirkîyê, pirsa Kurdan weku pirseka terorist dête temaşa kirn.
Endamê ENKS’ê dibêje ku Elewî û Kurd u Dorzî bibin xwedan herêmên federalî.
Pirtir bar ke