Omer pêşniyar dike ku Rêveberiya Xweser bi alîlkariya rêjîma Sûriyê, ya ku pênasîn bi dadgehên wê dibe, van çekdaran dadgeh bike.
Di derbarê lawazbûna opozisyona Sûrî de ku hin çavdêr balê dikşînin ser, Îmam bawer dike ku ew welatên niha biryara vegerandina rêjîma Sûriyê bo komkarê didin, ew bi xwe beşek in ji têkçûn û lawazbûna opozisyonê.
Bi sedan derbiderên Efrînî yên li penageha Şehba dijî dorpêça giranîkirî ya rejîma Sûrî xwepêşandanek pêk anî. Jiber wê dorpêça girankirî kêmahîya şewitê heye û dibistan û avahîyên din hatine girtin.
Gelo opozîsyona Tirkîyê, taybetî jî CHP dikare bi Serokê Sûrî Beşar Esad re dest bi peywendîyan bike?
Dadgeha Bilind ya Swêdî radestkirina rojnamevanê Tirk Bulent Keneş red kir. Ew biryar çima girîng e? Pisporê peywendîyên navnetewî Ekrem Onen vê biryarê dinirxîne.
Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk mesajên vê dawî yên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên ji Beşar Esad re dinirxîne
Nûçegîhanê me yê Stenbolê Mem Botanî reaksîyonên ser cezakirina bajarvanê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu dinirxîne
Jimareke endamên Parlamana Ewrupî êrîşên Tirkîyê yên ser Kurdistana Sûrîye û Îraqê şermezar kirin. Parêzer Îmran Mansûr helwesta parlarlamanê dinirxîne
Rojnamevan Elî Munezemî dinirxîne ku çima li welatên wek Tirkîye û Îranê givaştinên ser reojnamevanan zêde dibin
Nûçegîhanê me Eyyûp Demîr ser îhtîmala operasyoneke Tirkîyê li bakurê rojilata Sûrîyê agahîyên dawî yên ji Enqerê radigihîne
Nûçegîhana me Newroz Reşo agahîyên nû dide ku çima hikûmeta Sûrî hêzên xwe li dora Minbicê dicivîne
Nivîskarê sîyasî Elî Mislim şîrove dike ku Tirkîye girêdayî operasyoneke li hindurê Sûrîyê çi ji Rûsya dixwaze ku dijberîya operasyona Enqerê dike.
Rêkxerê projeya lihevhatinê ya navbera Kurdên Êzîdî û Misilman Mehmûd Kalo qala hûrgilîyên vê xebatê dike
Nûçegîhanên me Eyyûp Demîr û Newroz Reşo karvedanên axaftina telefonî ya Erdogan û Putin dinirxînin
Dr. Mehmûd Ebbas îdiayên hin dezgehên ragihandinê dinirxîne ku Tirkîyê ji Amerîka û Rûsya xwestiye HSD'ê ji Minbic, Til Rifat û Kobanê derxîne.
Rêvebirê Navenda Rawest ya Lêkolînan, Roj Gîrasun helwesta Kurdên Tirkîyê yên ser hilbijartninan dinirxîne ku ew çawa xwe amade dikin.
Hîcab red dike ku desthilata Îranê sîstema polîsên exlaqî hilweşandiye û belavbûna nûçeyên wiha mîna gaveke plankirî ya hîn derdorên sîyasî dinirxîne
Karvedana daxuyanîyên rêvebirîya Amerîka ya ser gefên Tirkîyê li ser bakur û rojhilata Sûrîyê çawa tê nirxandin? Nûçegîhanê me yê Qamişlo Zana Omer bersîva pirsên me dide.
Ebdullah Îmam şîrove dike ku Erdogan û Esad dikarin di sibreroja nêzîk de hevdu bibînin
Nûçegîhana me ya Amedê civîna HDP û partîyên din yên Kurd li Tirkîyê dinirxîne
Pirtir bar ke