Helbestvan Stêrê Çello, ku helbestên wî ji aliyê hejmarek hunermendan ve bûne stran, dixwaze bi rêya helbestên xwe bersiva xerabiya şer û rewşa bajarê xwe Kobaniyê bide. Ew dibêje, Kobanîyê bedelên giran ji bo azadî û aramîyê dane û hêvî dike ku jiyana xelkê bajêra wî aram bibe.