Di 20'ê Hezîranê ya Roja Cîhanî ya Penaberan de hêvîya derbiderbên Efrînê veger e, ku li vê derê yan penageha Şehba zarok dûr ji cîh û warê xwe mezin dibin herwiha dêbav jî li bendemayîna vegerê xweragir in, lê derengmayîn û kelemên pêş vê yekê êdî çaverêbûna westandîye.
Pêşhate û geşedanên leşkerî yên balkêş li Efrînê diqewimin, çavkanîyên meydanî ji hindurê herêmê ragihandin ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) anku Cebhet El-Nusra, ku baskê Al-qayîdê ye, li Sûrîyê, derbazherêmê bûye û nêzîk navenda bajarê Efrînê bûye.
Derbiderên Efrînî ser gefên Tirkîyê yên ku ewê operasyoneke nû ya leşkerî li ser bakurê Sûrîyê pêk bînê û bi taybet li dijî Minbic û Til Rifetê, nerazîbûnên xwe dîyar dikin.
Zarokên li derbiderbûnê mezin dibin ji gelek mafên xwezayî yên zaroktîyê xwe bêpar mane, çimkî jîyana di kamp û xanîyên kavilkirî de, herwiha şert û mercên saxlameîyê yên xirab gefeke berdewam li zaroktîya wan çêde.
Di rewşên şer û nakokîyan de, zarok beşê civakê yê herî lawaz e ku bandorên neyînî lê çêdibin û dibe qurbanîya alozîyan eger neyê parastin.
Topbarana artêşa Tirk li ser herêma Şehba ne tenê jîyana xelkê deverê û derbiderên Efrînî ku lê dimînin dixe metirsîyê, lê zerarê dighîne mewsimên çandinîyê jî.
Kongira Starpêşengîya vê projeyê dike da ku alîkarîya jinên derbider û bêdahat bike.
Di Roja Zimanê Kurdî de Xwendekarên Efrînî li Derbiderbûnê Dest bi Ezmûna Dawîya Salê Kirin
Xwendekarên Efrînî ku li penageha Şehba derbider in û fêrbûna xwe bi zimanê zikmakî dibînin, di roja Zimanê Kurdî de dest bi ezmûnên dawîya salê kirin. Li 67 dibistanan, nêzî 15 hezar xwendekarên her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî, derbazî ezmûnaên dawiya salê dibin.
Sibeha îro Şemîyê, top li gundên Şêx Îsa, Um El-qura û Semûqa herwiha aşxana Feysel nêzî gundê Kiştarê, ketin, ku zerarên madî çêbûne.
Efrînîyên derbider di vê eyda ramazanê de serdana cangorîyên xwe kirin
Di 24 seetên dawî de hejmarek geşedanên leşkerî li deverên Efrîn û Şehba rûdane, artêşa Tirk gelek cih topbaran kirin, herwiha hejmarek leşkerên wê hatin kuştin.
Pirtir bar ke