Bawermendên Êzidî li Deşta Mûsil li gundê Şêxka bi beşdarbûna hemî aliyên civaka Êzidî, jin, zaro, pîr û kal merasîma gêrandina Tawis pêkanî û bi def û şebaban û bê sol pêlşwazî li wê kevneşopiyê kirin.
Di dîrokê de gelek caran xemxûr û pisporên zimanê Kurdî hewil dane ku zimanê kurdî û zaraveyên wî zimanî nêzî hev bikin û zimanekî standard çê bikin, lê heta niha ew hewildan bê encam mane, pisporên ziman li Duhokê hatin ba hev û ev pirsgirêk gotûbêj kir.
Dayê Şêrîn Jina Êzidî bi lorîka "Fermane li Ser Çiyayê Şingalê" dest bi teşêrêsiyê dike, da ku fetîlan çî bike bo rohnîkirina merasîmên olî li Lalişê ku zêdetirî 10 salane li ber deriyê Şêx Şemis bi dilxwazî wî karî dike.
Guhdar Zêbarî yek ji rojnamevanên doza bi navê Behdînan tê zanîn ku di zindanê de ye. Dengê Amerîka di dema Cejna Remezanê de serdana malbatê wî li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê kir.
Cejna Çarşema Sor ku mezintirîn cejna Êzidyane û ew weke cejna sersala nû tê naskirin, civaka Êzidî li gorî kevneşopiyên olî û bawermendiya ola Êdahî vê cejnê pîroz dikin.
Li Nahiya Şêladizê ya girêdayî qeza Amêdiyê li Parêzgeha Duhok, berî çend roja du kes bi armanca çiyagerî û kirina gil û giyayên biharî rastî êrîşeka dronên Tirkiyê tê û piştî çend rojan termên her du qurbaniyên sivîl tên dîtin.
Jibo Cejna Sersala Êzidiyan hefteyek ma ku bi Çarşemba Sor tê binav kirin, civaka Êzidî jibo pêşwaziya cejna di nava madekarîyan dane.
Li gor Navneda Penceşêrê ya parêzgeha Duhok hevberkirina rêjeya pêketiyên nexweşiya penceşêrî di sala 2021ê û 2022ê de zêde bûye û sal bo salê zêdetir dibe.
Nexem Dehma Jineke ji Mûsilê jibo ku zarokên xwe xwedî bike, afirandin di çêkirina mûm û çemalkan de kirîye û derbara malbata xwe pê dike.
Qeşe Yohena Martîn ku li welatê Holanda dijî, hatiye bajarê Mûsilê bo meha Remezanê bi armanca biratî û wekheviya ol û etnîkan xwarina fitarê pêşkeşî Misilmanan dike.
Her du bira Ebbas û Îsmaîl ku koçberin li kampa Bêrsiviyê li Zaxo dijîn, ew saz û bizqên taybet çê dikin, bi armanca parastina awaz û stranên çiyayê Şingalê ku taybetmendiya xwe ya kulturî û dîrokî heye.
Piştî ku hikûmeta Bexda û ya Herêma Kurdistanê derbarê hinardekirina petrolê gehiştin rêkeftinek demkî, ramanên cûda yên welatiyan l iHerêmê weke bertek nîşan dan, gelek kes dibêjin em bi wê biryarê kêfxweş in.
Her sal weke îro sersala aşoryan bi beşdarbûna hezaran mesîyên seranserî Îraqê tê pîrozkirin û ahenga herî mezin li bajarê Duhokê tê vejandin.
Li bajarê Duhok yê Herêma Kurdistanê bazarekî taybet bo meha remezanê hatiye vekirin û xemilandin û kirîn û firotin, her wisa çalakiyên taybet bi Remezanê û rojî girtinê ve tên encam dan.
Tîmeke pisporên şûnwarên dîrokî ya Fransî xebatên xwe li Muzexaneya Netewî ya Mûsilê didomîne ku berhemên dîrokî, ku DAIŞ'ê wêran kiribûn, jinûve nûjen bikin.
Bi beşdariya sedan kesan, û bi meş û alayên Kurdistanê û dadana agiran, êvîriya cejna Newrozê li bajarê Duhok bi coş û avêtina lîstikên agirîn pêkhat.
Dîmenên Merasîma Newroza Îsal 2023ê li Duhokê
Muzîk di nava ol û civaka Êzidîyan de taybetmendiyek xwe heye, bi taybet jenîna û lêdana def û şerbaban di dema xweşî û nexweşiyan de pîroze û kevneşopiya xwe heye.
Bawermendên Êzidî, zarokên xwe bi ava kaniya Spî li Lalişê "mohir dikin" ango wan dikin Êzidî piştî ku cilên spî liber dikin û ava kaniyê bi wan de dikin û şêrînî û şekrokan tavên ser wan.
Îro sê çalakvanên Duhokê Eyaz Kerem, Harîwan Îsa û Şivan Seîd hatine azad kirin û ew ji alîyê kesûkarên wan û gel ve bi şabûneke mezin hatine pêşwazî kirin.
Pirtir bar ke