Ezra Silêwe di şewata dawetgeheke li bajarokê Hemdanîyê ya nêzîkî Mûsilê de 10 endamên malbata xwe ji dest dan. Piştî şewata ku bêtirî 120 kes tê de mirin, niha Ezra tenê ligel birayekî xwe maye.
Bazara Tarî yek ji kevintirîn bazarên navenda bajarê Zaxoyê ye ku vê dawiyê ji aliyê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ve hate nûavakirin û bû cihê kombûn û çalakiyên cûbicûr yên xelkê. Raporta Kawa Omer bêhtir agahî li ser vê bazarê hene.
Li bajarê Duhokê mamostayekî bi navê Hawar Behcet jiber paşxistina mûçeyên mamosteyan dest bi baykotê kiriye. Ew bi rêya medya civakî bang li mamosteyên Duhokê dike ku tev li vê çalakîyê bibin.
Hersal berhemên xwemalî yê cotkarên Kurd yên weke Tirî, Hingiv û berhemên din di Festîvalekê de tên nîşandan. Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Duhok bi taybetî bi berhemên xwe yên xwemalî navdare, hewil tê dan ku gelek ji wan berheman bo derveyî welat bên hinarde kirin.
Gundê Bilave li herêma Nihêlyan li Qeza Amediyê nimûneke ji dehan gundên li herêmê ku rojane rastî metirsiya bombebarana berdewam ya topxane û firokên Tirkiyê tê.
Serbest Tahir Gêncekî Duhokê ye ku perçeyên kevanr û dîrokî ji welatên Ewropa komkirina û di muzxaneke taybet de li bajarê Duhok nîşan dane.
Gundê kurdan yê bi navê 'Ucbetil Ekrad' ku di nava kûratiya gund û bajarokên welatiyên Arab de ye li parêzgeha Mûsil, li herêma ku bi girava Erebî ya Mûsil tê nas kirin heye, xelkê gund her hemî kurdin û bi zimanê kurdî diaxivin û cilên kurdî li xwe dikin.
Xelkê Duhokê roja Sêşermê di mîtîngekê de li navenda bajar hatin ba hev û bang li Serokomarê Îraqê, Hikûmeta Bexda û Herêmê kirin ku mafên wan yên weke mûçe bihên cibicî bikin.
Mihemed penaberekî Sûriye bi malbat ve li kampa Domîz ya Herêma Kurdistanê û hevjîna wî xeciha Herêma kurdiatnê ye, jibo çareseriyê diçe Bexda lê li tê girtin û bo Sûriyê tê veguhastin, saxe lê çarenivîsa wî nediyare.
Şivan Mihemed kesekî astengbere ku bi hevjîn û du zarokên xwe re li kampa penaberên Kurdên Sûriyê li Duhokê jiyaneke dijwar dijî. Çîroka malbata Şivan derdê hezran kesên koçber û penaber di kampan de pêşçav dike
Termê qurbaniyên bombebarana li bajarê Silêmaniyê gihîştin bajarê Mûsilê û kesûnasên qurbaniyan daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikin ku rê li êrîşên wiha bigre û xwediyên qurbaniyan qerebû bike.
Saadella Bîson yekem mesîhî ye ku vegeriyaye Mûsila Kevin û li wir wêneyan ji bajarê xwe yê wêranbûyî re dikşîne da ku dîroka mesîhiyan biparêze û wêraniya heyî nîşan bide.
Jiber rewşa aloz ya aboriya herêma Kurdsitanê zêdebarî ku krîza enerjîyê weke gaz, elektirk û panzîne hene, kêşeyên civakî jî zêde dibin.
Rêjîn Ehmed keçek astengbere û nabîne, rûniştvana bajarê Duhokê ye, ew xwendekara zanîngehê beşê derûnasiyê ye, wê afirandina di karê xwe de kirîye, ew pirtûkan bo kesên nabînin vediguhêze sistema Braîlî (Braille).
Di 3ê Tebaxa 2014ê de, çekdarên DAIŞê li Şengalê û dewrûberan komkujî li dij civaka Êzidî pêkanîn û bi hezaran zilam, jin û zarok bûn qurbanê hovîtiya çekdarên wê rêxstina tundrê. Bi sedan çîrokên dilşewat hene ku malbat bi hesreta vegera kesûkarên xwe dijîn.
Piştî ku Brîtanyayê bi fermî komkujiya li dijî Êzdiyan ku di sala 2014’an de ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatibû kirin weke jenosîd nas kir, êzdî kêfxweşiya xwe tînin ziman û daxwaza qerebûkirina qurbaniyên wê karesatê dikin.
Bi sedan Musilmanên Şî’a li Deşta Neynewa ji bo merasîmên Aşûra derketin kolanan. Di nav de, Kiristiyan û Kurd jî beşdar bûn wek rêzgirtinek ji bo Musilmanên Şî’a.
Çavdêr û pispor dibêjin dibe ku asta hestê netewî li Herêma Kurdistana Îraqê daketibe û ev jî vedigere sîstema hikumraniyê li Herêmê.
Vegera Mesîhiyan Bo Cih û Warên Xwe Li Mûsilê Heta niha 70 malbatên mesîhiyan vegeryane malên xwe li bajarê Mûsilê. Vegera wan tê di demekê de ku bi dehan dêr ji bo wan hatine avakirin.
Bajarê Mûsil jî, weke piranya herêmên li Îraq û rojhilata navîên ketîye jêr bandore pêlên germa bilind ya havîna îsal, zêdebarî ku ne av, ne kareba û ne rêyên fênk kirinê hene, xelkê Mûsil bêzar bûne.
Pirtir bar ke