Li gor fermana serokwezîrê Îraqê, gora komî, ku DAIŞê bi dehan kesên Êzîdî û Şîa kuştibûn, hate vekirin. Bîra Elo Enter, ku dikeve navbera qeza Talaafar û nahîya Ayazîyê, 10 metre kûr û 10 metre fireh e.
Festîvala Duyan ya "Şel û Şepikan li Zaxo pêk hat. Mêvanên ji hemû herêmên Kurdistanê, ku bi cilên xwe yên kevneşopî beşdarî wê festîvala balkêş bûn.
Hêzên ewlekarîyê li Duhokê keçeke astengber dîtibû û dema jîyê wê du meh bû, ew radestî Mala Bêkesan û Bêsemîyanan ya Duhokê kiribû. Lê, wê keçê xwe radestî qederê nekir, ew niha dixwîne û dinvîse û dixwaze bi pêş bikeve.
Îro Înê karmenda Wezareta Derve ya Amerîka Urza Zeya û karmendên Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî ya li Hewlêrê bi serdanekê çûne peristegha Laleşê û ji alîyê Mîrê Êzdîxanê û Civata Ruhanî ya Êzîdîyan ve hatin pêşwazî kirin.
Dergehê Behdînan yek ji sîmayên giring yên bajarê Amêdiyê yê dîrokî ye, bi alîkariya zanîngeha Columbia ya Amerîkî û alîkariya darayî ya hikûmeta Amerîkî ew dergeh hat nûjenkirin.
Di îsal de lîstikvanên tîma Zaxo ya futbolê di gelek lîstikan de serketin bi dest xistine û niha ew tîm li ser asta hemî Îraqê hilkişîye rêza çaran.
Malbateke 5 kesî ji Duhokê li ser rêya koçberîyê xwe digihîin Belarûsê û ji wir xwe digehînin Almanya. Lê, malbata ku piranîya endamên wê nexweş in, ji Almanya tê dersînor kirin û niha li Duhokê li mala bêsemîyanan dimînin. Malbat çîroka derdeseriya xwe vedibêje.
Civaka Êzîdî roja Çarşemê 17ê Nîsanê cejna sersalê li peristgeha Laleşê pîroz kirin
Bajarokê Şêxan ya Herêma Kurdistanê, ku dikeve ser rêya Duhok û Hewlêrê, weke herêma hevrejîyanê tê zanîn. Li wê herêmê ku li bakurê Mûsilê dikeve, Misilman, Êzîdî û Krîstîyan bi hevre jîyanên xwe didomînin. Sibeya îro rûniştvanên Şêxan beşdarî nimêja eydê bûn.
Berî du hefteyan agir bi bazara navenda bajarê Duhokê ya bi nave Bazara Çelê ketibû. Di wê bazarê de bi taybetî bi dehan dikanên ku cil û berhemên karhatî difrotin şewitîn û zararên mezin çêbûn. Segvan Berêgareyî di vê raporê de behsa şewat û zararan dike.
Li Duhokê projeyên avakirina xanîyên rûniştinê zêde dibin, lê gel gazincan dike ku buhayê wan gelek bilind in
Li bazara 'Çelê' li navenda bajarê Duhokê, îro serê sibê şewatek derket ku bû sedema şewitîna bi dehan dikanan û zaranên mezin.
Li Herêma Kurdistana Îraqê û bi taybet li parêzgeha Duhokê ku di çend demjimêrên kêm de 160 mm baranê barîn û lehî çêbûn, pispor vê yekê weke mînaka neçaverêkirî ya guhertina klîmayê dinirxînin.
Saziyên Navnetewî hişyarî didin ku Tirkiye amadekariyan dike ku li parêzgeha Duhok bi taybet li herêma zincîre çiyayên Gareyê opresyoneke leşkerî encam bide û ev dê bibe sedema koçberbûn û wêranbûna bi 10'an gundên li herêmê.
Herêma Kurdistana Îraqê rastî baranên dijwar hat ku bû sedema avrabûn û lehîyeke wêrankar. Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn.
Karwanek din yê koçber û derbiderên Şengalê ji kampên ku çendîn sal in lê dijîn vedigerin ser mal û milkê xwe
Qeşe Yohena Martin ku rûniştvanê welatê Holandayê ye, her sal meha remezanê tê bajarê Mûsil bi armanca pêkvejiyanê xwarina fitarê bo rojîgirên misilman amade dike. Îsal xwarin bo 200 çalakvanên civaka Sivîl amade kirîye.
Rûniştvanên bajarê Duhok gilî dikin jiber ku bi destpêkirina meha Remezanê buhayê kelûpelên xwarinê gelek zêde bûye, bi taybet buhayê goştî ku xwarineke serekî ye, di meha Remezanê de.
Rojnamevan Omîd Beroşkî berî çend rojan ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên parêzgeha Duhokê ve hatibû girtin. Beroşkî dibêje ku heember ti tawaneke wan tuneye, desthilat tenê tolhildanê ji rojnamevan û çalakvanên Badînan dixwaze.
Pirtir bar ke