Şevên Remezana Îsal li bajarê Mûsil yê kevin şevên herî qelebalix in, ev 7 sale weha qelebalix li bazarên Mûsil çênebûye, herçende ku pêla belavbûna vîrusa korona li herêmê heye, lê kesek guhnade rênuma û tedbîrên tendirustî yên li dij vîrusa korona.