Şûnwarên Efrînê Tên Dizîn û li Bazara Reş Tên Firotin

Kela Kelotê li Efrînê

Şûnwarên Efrînê Tên Dizîn û li Bazara Reş Tên Firotin

Topbarana artêşa Tirk ku vê hefteyê li ser gundê Kelotê li Şêrewa ya Efrînê hatibû kirin, zarar gihandiye kelaya Kelotê ya li wî gundî.

Kargêrîya Şûnwaran ya Efrînê îro bi daxuyanîyekê ragihand ku beşek ji avahîya vê kelayê hatiye rûxandin.

Li gor daxuyanîyê, ji dema destdanîna Tirkîyê li Efrînê cihên dîrokî û şûnwar li vê herêmê rastî pir zêdegavîyan tên.

Hevserokê kargêrîya şûnwaran arkolojîst Selah Sîno dibêje ku bi dehan şûnwar hatine rûxandin û talan kirin.

“Destdirêjî li pirtir ji 55 cihên şûnwarî hatiye kirin ku me ew yek bi foto û vîdyo belge kirine. Herwiha pirtir ji 20 mezargehên olî yên Îslamî, Êzîdî, Alevî û Mesîhî jî hatine rûxandin û dizîn.

Sîno helwesta civata navnetewî ya hember êrîşkarîyên li ser gel û çanda Efrînê rexne dike.

“Em belgekirina xwe ji alîyên navneteweyî re dişînin, lê heta niha ti helwesta van alîyan tune ye û bêdeng in. Tevî ku pir cîh rastî binpêkirin û zêdeagvîyan tên, di lîsteya UNESCO de wek beşek ji mîrasa cîhanî hatine tomar kirin.”

Sîno bi bîr tîne ku hin şûnwar wek Şikefta Duderî ya ji serdema Neanderthal, Perestgeha Eyndara, Girê Cindirêsê, Sîros anku Nebî Horî, herwiha şûnwarên girêdayî Maronîyan weke, Beradê, Kelotê û Kela Seman bûne armanca dizî û talanê.

Arkelog Sîno bawer dike ku Tirkîye dixwaze nasnameya herêmê biguherîne û dîroka wê ji holê rake.

Selah Sîno

“Kolandin li cîhên dîrokî berdewma e û parçeyên ku tên dîtin ji Tirkîyê re tên şandin û li baraza reş tên firotin. Heta niha em nizanin çarenivîsa van şûnwaran çi ye!”

Hêjayî gotinê ye ku Herêma Efrînê bi şûnwar û cihên xwe yên dîrokî û kevnar tê zanîn ku vedigerin şaristanîyên cihê ku li herêmê şên bûne.

Tevî ku ew bi hezaran sal parastî mabûn, lê arkeolog xema xwe dîyar dikin ku ji sê salan û vir ve, Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê zarareke mezin gihandine van şûnwaran.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_06_10_2021_Şûnwarên_Efrînê