Girtiyê devera Badînan Şêrwan Şêrwanî li ser lîsteya Tevgera Helwesta Niştîmanî dibe berbijêrê Parlamentoya herêma Kurdistanê, eger yasa komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan rê bide wî.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, îro Yekşemî 31ê Adara 2024ê, divê lîsteya navên berbijêran bên radest kirin, lê heta niha hin alî û hevpeymaniyan lîsta navan radest nekirîye.
Tevgera Helwesta Niştimanî di 19ê Adara 2024an de bi beşdariya zêdetirî 1000 kesî li bajarê Silêmaniyê kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist û serok û 9 endam hatin hilbijartin.
Serokê Tevgera Helwesta Niştimanî Elî Hama Salih ji Dengê Amerîka re got: "Me hîn lîste temam nekiriye û em li bendê ne ku sibê ka dê çi çê bibe."
Roja 22ê Cotmeha 2020ê hejmarek rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl li devera Badînan bi tometa sîxuriyê û têkdana asayîşa giştî hatin girtin û cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Tevî ku parêzer û gelek welatan daxwaza serbest berdana wan kiîrîye, hin ji wan di demên cu de hatin berdan, lê Şêrwan Şêrwanî hêjî di zîndanê de.
Hêviya Şêrwan Şêrwanî û tevger ewe ku bi rêya berbijariyê dikare ji zîndanê derkeve, lê hêjî ne zelale kanê dema destnîşankirî ku 10ê Hezîrana 2024ê ye hilbijartinên giştî yên herêma Kurdistanê şê bibin yan na.
PDK heta niha nerazîye ku beşdariyê di hilbijartinan de bike, îro Baloya Amerîka li Îraqê bo heman mebestê li gel Serokê PDKê Masşd Barzanî kom bû, lê encameke zelal nehat xweya kirin kanê PDK dê beşdarî hilbijartinan bibe yan na?
Your browser doesn’t support HTML5