Artêşa Tirk di seetên sibeha îro Duşemê de careke din gundên Şêrewa ya Efrînê û herêma Şehba bi dijwarî topbaran kirin.
Li gundên Aqîbê, Bênê û Sixonekê yên Şêrewa, herwiha li bajarokê Til Rifet û gundên Dêr Cemal, Tinib, Kefer Anton, Eyn Deqnê, Şêx Îsa Bêlonîyê Kefer Nasêh û Ehresê yên herêma Şehba jî bi dehan top û mûşek ketin.
Di encama vê topbaranê de, li gundê Aqîbê welatîyê bi navê Elî Şeban Mele yê 68 salî jîyana xwe ji dest da, qîza wî Zeyneb birîndar bû.
Xanîyê Mele berê jî di 26’ê meha borî de hatibû armancgirtin û çend top li wê ketibûn.
Topbarana Tirkîyê di vê demê de tê ku li hemû bereyên derdora Helebê, nemaze li rojavayê bajêr şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşa Sûrî û grubên çekdar û tundrê de diqewimin.
Herwiha berî du rojan komên çekdar xwestibû ku li gundewarên rojhilata Helebê derdora devera Babê pêşve werin, lê rastî bersîvdayîna Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) hatibûn.
Di encama şer de de 3 şervanên HRE jîyana xwe ji dest dabûn, herwiha 22 çekdarên bi ser Tirkîyê ve hatibûn kuştin.
Bûyera balkêş li wê deverê ew bû ku piştî êrîşa çekdaran bi çend seetan, firokên Rûsî bajarê Babê bombebaran kiribû, ku Tirkîyê û çekdarên bi ser wê çar sal in dest danabû ser wê herêmê.
Her di vê çarçovayê de firokên keşfê yên artêşa Tirk li esmanên Efrînê û Şehba gerên xwe zêde kirine û tirsa derbiderên Efrînê li Şehba zêde bûye ku êrîşên nû li ser wan pêk werin.
Your browser doesn’t support HTML5