Nexweşîyên Vîrusî di Nava Derbiderên Efrînî de Derketine

Berpirsên saxlemîyê li penageha Şehba hişyarî didin ku tûşîbûna bi nexweşîyên enfeksîyonî di nava derbiderên Efrînî zêde bûne û metirsîya nexweşîya kolera heye.

Rêvebirê Nexweşxaneya Avrîn li deverê Dr. Azad Reşo ji Dengê Amerîka re got ku tenê di meha borî de 1009 pêketîyên nexweşîyên vîrusî yên ûr û rûvikan hatine tomar kirin.”

Dr. Azad Reşo

Wî da zanîn ku ji wan nexweşan 566 zarok bûn û hemû nexweş hatin derman kirin.

Dr. Reşo dîyar kir ku nîşaneyên weke navçûn û verişînê bi nexweşan re çêbûne û ew jî dibin sedema zuhabûnê û zararê dighînin gurçikan û dil.

Wî hîyarî da ku herwiha hin nîşaneyên nêzîk yên vîrusa kolera jî hene, lê ew hîn nehatine piştrast kirin.

“Me tenê 2 nexweşên kolera piştrast kirine, nexwaşên din piranî yên kulbûna gede (meîde) û rûvikan in, ev nexweşî ji du ta şeş rojan tên çareser kirin, lê jibo tedawîkirinê dermanên taybet pêdivî ne.”

Derbara sedema van nexweşîyan de Dr. Reşo got ku av û xwarina ne paqij, pileya bilind ya germa havînê herwiha rewşa xirab ya saxlemîyê li herêma Şehba giştikan bandoreke neyînî li tendirustîya derbideran kiriye.

Dr. Reşo, jibo pêşîgirtina belavbûna nexweşîyan got ku pêdivîya wan bi dermanên weke sîrum, antîbiotîk û antîpîretîk hene. “Herwiha ava paqij hewce ye loma divê depoyên avê werin paqij kirin ûa şaredarî jî dest bi kampeyneke paqijîyê bike”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li penageha Şehba, li 5 kampan û nêzî 40 gundên deverê dijîn û jiber kêmbûna alîkarîyên saxlemîyê pir nexweşî bi wan re çêdibin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_09_08_2022_Nexweşî_Derbider_Efrînî