El-Şaraa: Trump Dikare Aştî Bîne Rojhilata Navîn

Rêberê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şaraa, Serokê nû yê Amerîka Donald Trump jiber destpêka karê wî pîroz kir.

El-Şaraa dîyar kir ku ew bi geşbînî li bendê ye ku peywendîyên her du welatan xurt bike.

‘’Em pê bawer in, ew rêberekî wisa ye ku dikare aştîyê bîne Rojhilata Navîn û li herêmê dikare îstiqrarê jinûve çêke.’’

Amerîka, Brîtanya, Yekîtîya Ewrupa (YE) piştî serokê ketî Beşar Esad sala 2011an zext dabû ser protestoyên jibo demokrasîyê dijî Sûrîyê toleyên giran ragihandibûn.

Washington serê salê jibo alîkarîyên mirovahî bi hêsanî herin Sûrîyê toleyên ser danûstandinên bi rêvebirîya Sûrîyê jibo 6 mehan rakirin.

Sûrîyê ser vê gavê razîbûna xwe ragihand û bang li Washingtonê kir ku jibo başbûna rewşa welêt toleyan bi temamî rake.