Karbidestên Îsraîlî ragihand ku di pîrozbahîya olî ya Lag B'Omer de herî kêm 44 kes li bakurê rojhilata wî welatî hatine kuştin.
Karbidestan ragihand ku kesên kuştî di bin lingên şenîya beşdar de man û jiber tunebûna oksîjenê jîyanên xwe ji dest dan.
"Pirtir ji hezar kesan hewil da ku herin cîhekî pir gelek biçûk û rêyeke pirpir teng û ew ser hev de ketin," rojnamevan Yanki Farber yê malpera Behadrei Haredim ji AFP re got.
Pîrozbahîya Lag B'Omer her sal quntara Çîyayê Meron tê lidarxistin û bi deh hezaran Cîhûyên Ortadoks beşdarî wê dikin û seranser derengîya şevê agiran vedixin, semah digirin û dûayan dikin.
Karbidestên saxlemîyê ragihand ku di bûyerê de bi kêmî ve 150 kes birîndar bûn ku 38 ji wan li cîhê bûyerê di rewşa krîtîk de bû.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li cîhê bûyerê got ku roja Yekşemê wê wek roja şînîyê were ragihandin.