Wezîrê Karên Derve Yê Îsraîlê Serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Dike

Wezîrê nû yê karên derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd balyozxaneya Îsraîl ya li Abu Dabî vedike

Wezîrê nû yê karên derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd îro Sêşemê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dike.

Ev serdana bo du rojan ya Lapîd ji dema ku her du welatan sala par peywendîyên dîplomatîk saz kirine vir ve serdana yekê ya fermî ya wezîrekî Îsraîlî ye.

Wezîr Yaîr Lapîd balyozxaneya Îsraîl ya li Abu Dabî vekir û şaxek zeytûnê pêşkêşî dijminê xwe yê berê kir.

"Îsraîl bi cîranên xwe re aştîyê dixwaze - digel hemî cîranên xwe. Em naçin cîhekî. Rojhilata Navîn mala me ye," Lapîd got.

Yaîr Lapîd ewê roja Çarşemê jî konsulxaneya Îsraîlê li Dubai veke, û her wiha peymaneke li ser hevkarîya aborîyê jî îmza bike.

Serdan bo hikûmeta nû ya Îsraîlê ku bi serokwezirîya Naftali Bennett du hefte berê hate damezrandin jibo gotûbêjên demdirêj yên di siberojê de ,bi Filistîniyan re , derfatên dîplomatîk derdixîne holê.

Îmaratan, digel Bahreyn, Sudan û Fas, sala borî bi navberîya serokê berê yê Amerîka Donald Trump peymana Abraham bi Îsraîlê re îmza kiribûn û di çarçevoya peymanê de dest bi sazkirina normalkirina peywendîyan kiribûn.

Trump ev pêyvajoya wek dijî Îranê jinûve avakirina hevkarîya stratejîk ya welatên Rojhilata Navîn bi nav kiribû.