Wezîrê Derve yê Îsraîlê Li Behreynê Balyozxaneya Welatê Xwe Vekir

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid û Prensê Behreynê Şex Salman Bîn Hemîd El-Xalîfe li Manama, 30'yê Îlona 2021'an

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid dest bi serdana xwe ya Bahreynê kir.

Ev serdana karbidestekî Îsraîlî bo welatê Kendavî serdana cara yekê ye, ji destpêka normalbûna peywendîyên dîplomatîk yên di navbera her du welatan de.

Yair Lapid jibo firînên bazirganî yên cara yekê bi balafira kompanîya rewîtîya esmanî ya Gulf Air ya Bahreynê giheşt Manama.

Lapid ji ser Twitterê ragihand ku wan bi fermî balyozxaneya Îsraîlê li Bahreynê vekiriye.
"Me li hev kir ku heya dawîlya salê, balyozxaneya Bahreynê li Îsraîlê jî were vekirin," Lapid got.

Lapid bi Qral Hemîd bîn Îsa El-Xelîfe re civîya, ya ku medyaya Îsraîlî got ev cara yekê ye ku qralê Kendavê bi karbidestekî Îsraîlê re civîneke fermî ya vekirî dike.

Hevdem, Lapid bi Prens Salman Bîn Hemîd El-Xalîfe re û hevtayê xwe Abdullatif el-Zayanî re jî hevdîtinên cûda pêk anî.

"Me di derbarê hevkarîya di navbera welatên xwe de û avakirina aştîya fermî ya di navbera me de û bo avakirina hevaltîyeke çalak, aborî, ewlehî, siyasî û sivîl de gotûbêj ekirin," Lapid got.