Li Îspanya Hejmara Mirinên ji Korona Dîsa Bilind Bû û Giheşt 13,798

Îspanya îro Sêşemê ragihand ku hejmara mirinan ji vîrusa korona, di nava pênc rojên borî de cara yekê bilind bû.

Wezareta Saxlamî ya Îspanî ragihand ku di nava roja borî de 743 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin û hejmara giştî ya kesên ku jiber korona miruine jî giheşt 13,798 kesan.

Wezaretê da zanîn ku di nava roja pêştir 637 kes jiber korona jîyanên xwe hinda kiribûn û hejmara nû ji destpêbûna bêlavbûna korona vir ve hejmara herî bilind ya duyê ye.

Wezaretê dîyar kir ku hejmara giştî ya bûyerên pêketinê jî giheşt 140,510 ku ew hejmar do Duşemê 135,032 bû.