Wezîrê Derve yê Îrlanda Simon Coveney got ku helwesta Serokezîrê nû yê Brîtanya Boris Johnson ya hember Brexitê ne kêrhatî ye û wê pêşî li ber peymaneke bi Yekîtîya Ewrupa re bigire.
“Wiha xuya ye ku Johnson bi zanabûn biryarekê daye ku pirsgirêkên kûr di navbera Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa re derxîne û em wek Îrlanda jî di nav vê pirsgirêkê de cîh digirin,” Coveney got.
Johnson do Pêncşemê ji parlamana Brîtanî re gotibû ku ew dixwaze peymana bi navê “backstop” pûç bike ku jibo nehêlana kontrola tixubê ya navbera Îrlanda û Îrlandaya Bakur hatibû danan.
Gelek alîgirên Brexitê peymana “backstop” hez nakin jiber ku li gor wê rêketinê, divê Îrlandaya Bakur û bi giştî Brîtanya di çarçoveya sîstema gumrukê ya Yekîtîya Ewrupa bimîne û ew yek jî destê Brîtanya dijwar bike ku bikaribe ligel dewletên din bi serê xwe peymanên bazirganî îmza bike.