Îraq bi Bernameya COVAX'ê 1.2 Mîlyon Dozên Vaksîna Pfizer Werdigire

Li Îraqê wêneyeke ji kontrolkirina vaksîna COVID-19 ya li balafirgeha Bexdayê (Arşîv)

Îraqê îro Şemîyê dîyar kir ku wan bi rêya bernameya parvekirina COVAX ya Neteweyên Yekbûyî (NY) wan 1.2 mîlyon dozên vaksîna COVID-19 wergirtîne.

Li gor pêzanînên hikûmeta Îraqê heya niha nêzî heft mîlyon Îraqîyan herî kêm yek dozek vaksîna vîrusa korona li xwe xistine, ku ev ji sedî 17.5'ê şênîya welatê bi 40 mîlyonî, pêk tînê.

Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî îro dîyar kir wezareta saxlemîyê pişt rast kiriye ku zêdetirî 1.2 mîlyon dozên vaksîna Pfizer bi rêka bernamaya COVAX û UNICEF giheştiye destê wan.

Sîstema saxlemîyê ya Iî Îraqê di nav pevçûn, gendelî û paşgohkirinê de, bo pêşîgirtina pandemîyê hewl dide.

Berdevikê wezaretê Seyf el-Bedr roja Pêncşemê gotibû ku : "Îraq hîn jî rûbirûyê metirsîya pandemîya vîrusa koronayê ye."

Li gor hejmarên fermî, zêdetirî du mîlyon Îraqî bi nexweşîya COVID-19'ê ketine û li welêt heya niha 23.628 kes jî jiber nexweşîyê mirine.