Îran Soza Têkbirîna Hewildanên Îsraîlê yên li Hemberî Rola Wê li Sûrîyê Dide

Wêneyeke beşek artêşa Îranê (Arşîv)

Îran îro Yekşemê dîyar kir ku ewê her hewleke Îsraîlî yê ku ziyanê bide rola wê ya li Sûrîyê têk bibe û got ku, serdema êrîşên lêdan û revandinê yên ji hêla Îsraîlê de li wir bidawî bûne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade di civînek medyayê ya heftane de ya li ser înternetê de axifî Xetîbzade got "Rejîma Zayonist (Îsraîl) baş dizane ku serdema lêdan û revînê qedîya ye û jiber vê yekê ew pir hişyar in."

Ev ragihandina piştî ku Îsraîlê roj in, bi êrîşên esmanî arteşa Sûrîyê û hezên paramîlîter yên Îranê li welat aramnc girtbûn pêkhat.

Îsraîl, ku Tehranê wekî mezintirîn gefa li ser ewlehiya xwe dibîne, gelek caran êrişî hezên Îranî û yên milîsên hevalbendê wan yên li Sûrîyê kirîye.

Tehran ji 2012'an vir ve, dijî serhildêr û milîtanan, piştvanîya serokê Sûrîyê Beşar el-Esed û hêzên wî dike.

Roja Çarşemê, berdevkê leşkerî yê Îsraîlî ragihandibû ku heşt armanc hatinin êrîş kirin.

Di nav wan de navendeke sereke ya Îranê ya li balafirgeha navneteweyî ya Şamê û cîheke leşkerî ya veşartî ku wek avahiyek mêvandariyê ya bo şandeyên paye bilind yên Îranê dema ku ew jibo operasyonê têne Sûriyê xizmetê dida, jî hebûn.

Îran hebûna hêzên leşkerî yên xwe li Sûrîyê înkar dike û dibêje ku wan wek şêwirmendên leşkerî komando şandine wî welatî.

Hevdem,Tehran dibêje ku ewê şêwirmendên leşkerî ji Sûriyê re heya ku pêwîst be dabîn bike.

Vê jî bixwîne: Kuştina 14 Çekdarên Girêdayî Îranê li Sûriyê

"Hebûna Îranê li Sûrîyê şêwirmendî ye û bi xwezayî heke keseke vê hebûna şêwirmendiyê têk bibe, dê bersîva me yeka wêranker be," Xetîbzade got.

Rexistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), ragihand ku di dema êrîşê de, tevî pênc Îranî yên ji Hêza Quds, beşeke ji Zêrevanên Şorisşê yên ku berpirsê operasyonên derveyî tixûbên Îranê ne, herî kêm 10 kes hatine kuştin. "Ez şehadeta hêzên Îranî yên li Sûrîyê piştrast nakim," Xetîbzade got.