Ajansa Reuters ji zarê televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Tehranê bi “dehan” mûşekên ji erdê ber bi erdê avêtine ser bingeha El Esad ya Îraqê ku hêzên Amerîkî li wir dimînin.
Televîzyona dewletê ragihand êrîş beşeke operasyon jibo tolhildana kuştina Qasim Silêman ya ji alîyê Amerîka ye.
Nobedarên Şoreşa Îranê ku wek Pasdaran tê zanîn, jî ragihand ku ew Amerîka û hevbendên wê yên herêmî hişyar dike ku êrîşên bo rakirina hefya Silêmanî bidomin.
Pasdaran di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku navê operasyona “Şehîd Silêman” û herwiha gefan li Îsraîlê jî
Hêjayî balkişandinê ye ku bingehja El Esad 225 km li rojavayê Bexda cîh digire.
Wezareta Berevanî ya Amerîka piştrast kiribû ku ji hindurê Îranê pirtir ji 10 mûşekên balîstîk ji du bingehên Amerîkî yên li Îraqê hatine avêtin.
Qesira Sipî jî dabû zanîn ku Serok Trump li ser êrîşên Îranê hatiye agahdar kirin û ew rewşa heyî ji nêzve dişopîne.