Karbidestên Îranî Dibêjin ku Trump Ew Derbarê Êrîşeke Leşkerî Hişyar Kir

Karbidestên Îranî îro Înê ji Reutersê re got ku wan ji Serokê Amerîka Donald Trump mesaja hişyarîyê sitand ku êrîşeke Amerîkî ya dijî Îranê di rê de ye, lê ew dijî şer e û dîyalogê dixwaze.

Karbidestan got ku peyama Trump ji rêka Umanê, demeke kurt piştî raporta New York Times giheşt wan ku nivîsîbû Trump êrîşeke leşkerî ya dijî Îranê erê kiriye, lê di kêlîya dawî de ew biryar sekinandiye.

“Di mesaja xwe de Trump got ku ew dijî şerekî bi Îranê re ye û dixwaze ser mijarn curbicur bi Îranê re bipeyîve.”Wî jibo bersîva me demeke kurt da me, lê me dubare kir ku rêberê me yê bilind Ayetullah Xameneyî dijî axaftina bi Amerîka ye,” yek ji karbidestên Îranî ku nexwest navê wî eşkere be ji ajansê re got.

Rojnameya New York Times îdia kiribû ku Trump ferman daye ku dijî Îranê êrîş destpê bike, lê wî piştre ‘’ji nişke ve’’ ew rawestandiye.

Karbidestekî payabilind yê Amerîkî ji rojnamê re dîyar kiribû ku gava ferman hatiye betal kirin operasyon di qonaxa destpêkê de bûye.