Hikûmeta Amerîkî bi Toleyên Nû Givaştinên Ser Îranê Didomîne

Hikûmeta Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku hember Îranê toleyên nû hatine danîn.

Biryara nû di vê demê de ku rêvebirîya Serok Donald Trump xurtkirina givaştinên ser Îranê didomîne.

Wezareta Xezîne ya Amerîka da zanîn ku kompanîya Şehîd Meîsamî Group û rêvebirê wê, jiber rola wan ya di çêkirina çekên kîmyayî de û peywendîya wan ya bi sazîyên tolekirî de ketine lîsta reş ya cezayan.

“Xebatên Îranê yên çêkirina çekên komkujer ji cîranên wê û ji tevahîya cîhanê gefeke mezin e, Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin do daxuyanîya nivîskî de got.

Wî herwiha dîyar kir ku Washington wê xebatên xwe yên dijî rejîma Îranê bidomîne ku nehêle Tehran çekên kîmyayî ava bike ku ew û komên bin kontrola wê wan çekan bona armancên gemar bixebitînin.

Li gor toleyên nû, hemî milk û diravên kes û sazîyên nava lîsteya toleyan tên cemidandin û bi giştî ji Amerîkîyan re qedexe dike bi wan kes û sazîyan re bazirganîyê bikin.