Îran Jiber Parvekirina Wêneya Konferansa Tehranê Rûsî û Brîtanya Protesto Dike

Ala Îranê

Medya ya dewleta Îranê îro Pêncşemê ragihand ku Îranê ji balyozên Rûsî û Brîtanî xwestiye ku werin wezarete karên derve yê welêt da ku werin hişyar kirin.

Bûyer piştî ku ser hesabê Twitterê yê balyozxaneya Rûsyayê wêneyeke ji bîranîna Konferansa Tehranê ya 1943'an hatiye parve kirin, rû daye.

Konferansa Tehranê, dema ku Îran ji hêla hêzên Rûsî û Brîtanî hatîbû dagir kirin, pûk hatibû.

Wezîrê karên derve yê destnîşan Huseyîn Amîrabdullahîyan got ku wêne 'bêrêzîya dijî serbilindîya gelê Îranê û pîvanên dîplomatîk nîşan dide'.

Wêne nîşan dide ku nûnerê Rûsî Levan Dzhagaryan, balyozê Brîtanya yê Simon Shercliff, serokê Amerîka Franklin D. Roosevelt, serokwezîrê Brîtanya Winston Churchill û serokê Sovyetê Joseph Stalin di civîna stratejiya 1943 'an de li balyozxaneya Rusyayê bi hev re rûniştine.

Wezareta Derve ya Îranê di derbarê hevdîtinên bi balyozan re daxuyanîyeke ragihand û got ku li piştî wêneyê armanceke dijî Îranî tune bûye.

"Di hevdîtinê de, balyozê Rusî got ku armanca wî ya weşandina vî wêneyî, tenê bîranîna hevalbendîya Rusya û Brîtanya dijî artêşa Nazî ya di Şerê Cîhanê yê Duya de bû," wezaretê got.

Herwiha, di daxuyanîyê de pêywendîyên dostane yên di navbera Îran û Rûsyayê de hate destnîşan kirin.

Lê, karbidestekî wezareta karên derve ye Îranê got ku weşandina wêneyê 'nayê qebûl kirin'.

Balyozxaneya Rûsya yê jî ser Twiteerê peyameke ragihand û got ku ti armancaya ya wê ya ti binpekirin yan êrîşkirinê tunebûye.

"Bi nirxandina bertekên neyînî yê ser wêneya me, em dixwazin destnîşan bikin ku ti naveroka wê ya dijî Îranê tuneye. Emê hestên gelê Îranê yên dost neêşînin, " Balyozxaneyê got.

Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Tasnîm dîyar kir ku nûnerê Brîtanî "jiber fêhmkirina xelet" poşman e û got ku "li pişt wê nêteke xirab tunebû ".

Karbidestên Îranî dibêjin ku ew di danûstandinên navbera Tehran û şeş hêzan yên bo vejandina peymana navokî ya 2015'an, Moskowê wek "hevalbendekî stratejîk", dibînin.

Alozîya di navbera Îran û Brîtanyayê meha borî jiber êrîşa dijî tankerekî ku Brîtanîyekî hatibû kuştin, zêde bûye.

Brîtanya Tehranê tawanbar kir, lê ew tevlîbûnê red dike.