Îran Ser Pêleke Nû ya Belavbûna Korona Hişyarî Dide

Wezîrê Saxlemîyê yê Îranê Saîd Namaki îro Duşemê ser pêleke nû ya tûşbûna vîrusa koronayê hişyarî da.

Namaki got ku ew dikarin rûbirûyê pêleke nû û xurtir ya bibin koronayê bibin, heke hemlatî rênmayan û dûrkevtina civakî bi cîh neyînin.

"Nexweşî hêşta bi dawî nehatiye û her demê dikare ji berê xurtir bizivire. Heke gelê me rêzê ji rênmayên tendirustîyê negirin. Divê em xwe jibo rewşa herî xirab amade bikin."

Namaki di preskonferasnekê de got ku di şerê dijî vîrusê da hêşta li pêşîya wan rêyeke dirêj heye û divê rêz ji hemû rênmayên tendirustîyê were girtin.

Îran, yek ji welatên herî zêde vîrusê bandor li ser kirî di herêmê da, piştî ku rêjeya mirinê daket di meha Nîsanê da dest bi sitskirina qedexeyan kiribû.

Lê, di meha Gulanê da hejmara pêketîyan zêde bûn li gor nîvê heta dawîya meha Nîsanê û hikûmetê jî hejmara testan zêde kiribû.

Karmendên hikûmetê vedigerin ser karên xwe û mizgeftan jî roja Şemîyê di çarçoveya sistkirina qedexeyan da dest bi nimêjan kirin.

Lê piştî ku hejmara pêketîyan li istanên başûr yên wek Xuzistan, Sîstan û Belucistanê zêde bûn karbidestên hikûmetê neçar bûn ku di nîvê meha Gulanê da bergirîyan jinûve danîn.

Îranê îro roja Duşemê bi tevahî 154,445 pêketin ragihandine, ku ji roja berê 2,979 zêde bû.

Tehranê 81 mirinên nû jî ragihandin û hejmara mirîyan bi tevahî giheşte 7,878 kesan.