Li Îranê 55 Kesên Din jiber Korona Mirin

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 55 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Cîhanpur da zanîn ku piranîya kesên ku ji nexweşxanê re hatine veguhestin ji Tehranê û istana Xuzistanê ya dewlemenda petrolê ne. Wî bi bîr xist ku rewşa awarte ya li Xuzistanê hîn berdewam e.

Cîhanpur di televîyona dewletê de dîyar kir ku hejmara giştî ya mirinên ji korona jî giheşt 6,541 kesan û heta niha 104,691 bûyerên pêketina korona hatine tomar kirin.