Hejmara Mirinên ji Korona li Îranê Giheşt 5806 Kesan

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 96 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.

Wî di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 5,806 kesan.

Cîhanpur dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 91,472 kesan.

Hefteya çûyî raporteke parlamana Îranê bal kişandibû ku hejmara rastîn ya mirinên jiber vîrusa korona, ji agahîyên ku wezareta saxlemîyê dane, du car pirtir e û hejmara bûyerên pêketina korona jî deh car zêdetir in.

Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes bi nexweşî ketine û mirine.