Cîhanpur: Hejmara Giştî ya Kesên ku jiber Korona Mirine Giheşt 429 Kesan

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Pêncşemê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 75 mirinên nû ji korona çêbûne.

Cîhanpur da zanîn ku hejmara giştî ya kesên ku jiber korona mirinê giheştiye 429 kesan.

“Me di 24 saetên dawî de 1,075 bûyerên nû yên COVID-19 tomar kirine û li seranser Îranê bi giştî 10,075 kes bi vîrusa korona ketine,” Kianuş di axaftina xwe ya televîzyonî de got.

Vîrusa korona li Îranê gelek belav bûye û di nav pêketîyên korona de karbidestên payabilind, sîyasetvan, mele û endamên Nobedarên Şoreşê jî hene.

Îran, piştî Çînê ku cîhê derketina vê vîrusê ye, Koreya Başûr û Îtalya, welatê çaran e ku ketiye bin bandorên kujer yên nexweşîya COVID-19.

Heta niha li Îranê 7 karbidest û sîyasetvan ji 19ê Şubatê vir ve jiber vîrusa korona hatine kuştin.