Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 122 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin û hejmara giştî ya mirinên ji korona giheşt 4,232 kesan.
Cîhanpur di televîzyona dewletê de got ku hejmara pêketîyên korona giheştiye 68,192 kesan, piştî ku 1,972 kesên din di nava 24 saetên dawî de bi korona ketin.
Wî bal kişand ku rewşa saxlemîya 3,969 ji wan pêketîyên korona krîtîk e, lê heta niha 35,465 kes ji nexweşîya COVID-19 rizgar bûne.
Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine ku di nava wan de karbidestên bilind jî hene,