Korona li Îranê Belavtir Dibe, Heta Niha 3294 Kes Mirine

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 134 kesên din ji vîrusa korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji korona bû 3,294 kes.

Cîhanpur di televîzyona dewletê de got ku hejmara pêketîyên korona giheştiye 53,183 kesan.

“Rewşa saxlemîya 4,035 kesan jî di bin çavdêrîyê de ne û heta niha 17,935 pêketîyên korona di encama dermankirinê de baş bûne.”

Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ku ji vîrusa korona zararên herî mezin dîtine û di nav pêketîyên korona de karbidestên payebilind jî hene.