Îran jiber Korona 85,000 Girtî ji Zindanan Derdixe

Zindaneke li Îranê (Arşîv)

Îranê îro Sêşemê ragihand ku nêzî 85,000 girtî, ku di nav wan de yên sîyasî jî hene, jiber vîrusa korona bi kindemî ji zindanan hatine berdan.

Berdevikê sîstema dadwerîya Îranê Xulam Îsmaîlî got ku wek pêngaveke pêşîgirtina korona, wan dora 85,000 kes ji girtîgehan derxistin.

Îsmaîlî got ku dora 50% ji kesên berdayî, girtîyên bi ewlekarî re peywendîdar in, lê wî ti hûrgilîyên din nedan û zelal nekir ku ew kes wê kengî vegerin zidanê.

Li Îranê heta niha bi giştî 988 ji ber korona hatine kuştin û 16,169 pêketîyên fermî yên korona hene û hikûmet dijwarî dikişîne ku rê li belavbûna wê nexweşîyê bigire.