Panel: Stratejiya Milîtanên Çekdar yên Girêdayî Îranê li Herêmê

Alîgirên Îranê li Herêmê

Roja Duşemê, Enstîtuya Rojhilata Navîn li Washington panelek derbarê gefa grûpên çekdar yên girêdayî Îranê ku li herêma Rojhilata Navîn şerê bi wekalet dikin bo çendîn lêkoleran bi rêya onlyan rêxist.

Di 10 salên borî de baladestîya Îranê li herêma Rojhilata Navîn bi şêweke berfireh belav bû. Sedem jî heta astek bilind vedigere bo berfireh kirina tora grûpên xwe yên çekdar û milîtanan li herêmên ku rewşa wan nearam e.

Bi rêya Feyleqa Qudsê ya ku girêdayî Zêrevanên Şorişê (Heres Sewrî)ye, Îran şiya tora hevalbendên xwe li herêmê bihêz û belav bike, weke Hizbalaha Libnanê, Yekîneyên Heşda Şaabî li Îraq, Husiyan li Yemenê û hinartina grûpên çekdar bo Sûriyê, ev hewildanên Îranê jibo ku li herêmê bihêz û baladest be, dixwaze hebûna hêzên rojavayî li herêmê nehêle û dê bibe sedema ne aramiyê.

Mezintirîn kêşe û gefa tora milîtanên girêdayî Îranê bo herêmê çine? Rêya herî baş bo serederiya ligel vê rerwşê dê çi be?

Panêla MEI

Dîplomasî dikare heza dojminkarî ya milîtanên Îranê ji holê rake? Amerîka û Civaka Navnetewî divê berisveke çawan bide destxistina Îranê ya bi rêya wekîlên wê rasterast di aloziyên li hemû Rojhilata Naverast de?

Lêkoler û pisporan di panela Enstîtuya Rojhilata Navîn "MEI" de heta astekî bersiva van pirsan da û li ser rewşa heyî û gefa milîtanên Îranê li herêmên nakokbar gotûbêj kirin.

Panel ji aliyê Charles Lister, hevkarê kevin û Rêvebirê Bernama Sûriyê û dije-teror û radîkalizmê li Enstîtûya Rojhilata Navên li Washington hat birêvebirin.

Charles pêşî Lêkolera ji dûr ya Enstîtûya Rojhilata Navîn xanim Nada Al-Dawsari pêşkeş kir.

Xanim Al-Dawsarî girniya axiftina xwe xiste ser Husîyên Yemenê û tevgera Husiyan da nasîn û got ku ew grûpeke Şîa yên tundrê ne û bawerî ne bi hikûmeta Yemenê ne çareseriyên navnetewî nîne, ji aliyê aborî, çek û leşkerî û logistîkî ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin.

Al-Dawsarî bal kişand ser alîkariya grûpên çekdar yên milîtanên Şîa li herêmê û got ku Husî bo alîkariyê û perwerdê hatine Îraqê û Libanê û Sûriyê.

Michael Knight ji Enstîtûya Washington jibo Siyaseta Rojhilata Navîn, piştî ku xanim Al-Dawsari peyvea xwe pêşkeş kir axiftin kir û bal kişand ser grûpên şîa yên çekdar ku aligirên Îranê ne li Îraqê, wî da zanîn kanê milîtanên Şîa yên li Îraqê çawan têkiliyan bi Îranê re çû dikin û bi çi awayî propagendê bo Îranê dikin û li dij Amerîka û hêzên navnetewî çawan tev digerin.

Michael Knight weha dibîne ku milîtanên çekdar yên Îraqê ku aligirya Îranê dikin, ne weha bihêzin weke tê gotin!

Knight dibêje, jiber ku dema xwepêşandanên xortan li Îraqê li 20 Dîsembera sala 2019ê hatin destpêkirin, li dij grûpên şîa li berxwedan û siloganên li dij Îranê bilind kirin, herwiha dibêje grûpên çekdar yên şîa li Îraqê yên weke ketayîbên Hizbullahê, Seraya Al Jihad, ketayîb Seyîd Al Şuhadaa û Asayîb Ahil Al-Haq, grûpên ji hev cûda û armanca wan jî cdaye û ne yeke û got "Grûpên cûda li Îraqê bo armancên cûda tên bikar anîn."

Michael Knight bal kişand ser rewşa piştî kuştina Îmda Al Mûghni fermandarê Hizbullaha Libinanê li Sûriyê û Qasim Sulêmanî li Îraqê.

Sêyemîn panelîst di çalakiya Enstîtûya Rojhilata Navîn de li Washington, Lêkolera Enstîtûya Washington jibo Siyaseta Rojhilata Navîn Hanîn Ghaddar xiftin kir û bi zelalî behsa Hizbullaha Libnanê kir û da zanîn ku rewşa Hizbullahê nuha ji her demê baştir bûye jiber ku Îranê alîgirên dî jibo wê li herêmê peyda kirine, weke Husiyan li Yemenê, ketayîb û grûpên şîa li Îraqê û grûpên milîtanên çekdar li Sûriyê.

Hanîn dibîne ku Hizbullah agrisîvtir bûye û bihêztir bûye piştî zêdebûna piştevaniyê ji aliyê grûpên din yên çekdar li herêmê û wê got "Hizbullah dikare şer bike, lê nikare ava bike."

Li dawiyê, panêlistan bersiva pirsên temaşevanan da û li ser pêşeroja herêmê û helwesta Îranê û ew kêşeyên li herêmê hene rawestiyan, bi taybet nakokiyên Amerîka û Îranê ji aliyekî û yên Îranê û Îsraîlê ji aliyek din û bandor wan nakokiyan li ser welatên li herêmê bi taybet wan welatên grûpên çekdar yên Îranê lê hene û şerê bi wekalet li wan welatan dimeçînin.