Îmarat Dibêje Bi Îran û Tirkîyê re Dîyalogê Dimeşîne

Wezîrê Dewletê ji bo Karên Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Enwer Gargash (Arşîî)

Wezîrê Dewletê ji bo Karên Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Enwer Gargash roja Şemîyê di Konferansa Siyaseta Cîhanî de di derbarê peywendî yên bi Tirkîyê re, axifî.

Wî dîyar kir ku Îmarat hewl dide ku bi hevrikên xwe yên demdirêj Îran û Tirkîyê re dîyalogê bimeşîne da ku ji pevçûnên nû yên li herêmê dûr bisekine jiber ku dewleta Kendavê piştî COVID-19 dixwaze aborîya xwe xurt bike.

"Jinûve nirxandina vê dawîyê ya Tirkîyê li ser siyasetên wê yên li hember Misir, Birayên Misilman (Îhwan) û ser Erebistana Saudî û yên din pir baş e. Ez bawer dikim ku bo me hatine ser rekeke hevpar û giheştina vê qonaxê pir girîng e," Gargash got.

Gargash bi berdewamî da zanîn ku Tirk ser tiştên ku ew ji wan re dibêjin pir erênî ne.

Her wiha, wî got ku ew ser qonaxa ku bi Îranê giheştine jî pir erênî ne. Lê, bo guhertina gotara Îranê ya ser rêça wê ya herêmî, divê ew bêtir ratbînî be. Lê, ew pêşbînîyê dike ku Îran jiber valahî û alozîyan bi fîkar e.

Hevdem, Gargash destnîşan kir ku "beşek ji tiştên ku divê em bikin ev e ku em herêma xwe çêtir rêvebirîn bikin. Valahîyeke heye û kengê ku valahîyeke hebe tengasîyek çêdibe. "

Îmarat di demên dawî de , bo kêmkirina alozîyên bi Îran û Tirkîyê yên ne-Ereb re sîyaseteke dimeşîne, ku bandora wan yên di pevçûnên li Yemen, Lîbya û cihên din yên li herêmê yên hemberî xwe bide sekinandin.

Enwer Gargash ragihand ku di derbarê dilsozîya Amerîka ya ser herêmê de nezelalîyeke heye û bo îhtîmala "şerekî sar yê nêzîk" ya navbera Washington û Pekînê de fîkar hene.

"Emê di serdema pêş de nêta rastîn ya Amerîka li herêmê bibînin. Ez bawer nakim ku em hîn pê dizanin, lê Afganistan bê guman testeke ye û ji dil bibêjim ew teseteke pir xemgîn e," Gargash got.

Welatên Kendavê, ku bi Çînê re peywendîyên wan yên aborî yên xurt hene, hevdem girêdayê sîwana leşkerî ya Amerîkî ne û ji nêz ve çavdêriya danûstandinên ser vejandina peymana navokî ya bi Îranê re û her wiha vegera desthilatdarîya Talîbanê ya li Afganistanê piştî vekîşîna Amerîka dikin.